Beşa Xizmetiyê ya Şaredariya Gel a Tirbespiyê, li gorî bernameyeke xebatê ya birêkûpêk ji bo baştirkirina xizmetê û parastina paqijiya bajêr, karê xwe yê birêkûpêk didomîne.
Di demên dawî de, karên ku hatine kirin ev in:
- Paqijkirina 5 karîzan û 58 îstasyonên berhevkirina ava baranê.
- Paqijkirina meydanekê li taxa Kerdahol.
- Paqijkirina kolanên pîşesazî û gastîne, digel rawestgeh û kolana sereke.
- Rakirina hin astengiyên lezê ji kolanên bajêr.
- Paqijkirina selikên çopê û dermankirina 7 xetên karîzan
- Vekirina karîzên 70 malan.
- Sêwirandin, sazkirin û paqijkirina qapaxên nû ji bo 6 karîzan.
Şaredariya gel piştrast kir ku xebatên paqijkirin û tamînkirinê dê bi awayekî birêkûpêk berdewam bikin, da ku xizmetî baştir bibin û pêdiviyên gelan bên bi cih anîn.