Şaredariya gel a bajarokê Çil Axa dest bi pêkanîna projeya qîrkirina rêya ku gundên (Qîro, el Sewra û Kerhok) û rêya navneteweyî bi hev ve girêdide kir, piştî temamkirina qonaxên berê ku belavkirina bermahiyan û kevirên şikestî di nav de bûn.Ev proje wek bersivek ji bo daxwazên gel û zehmetiya trafîkê li ser rê, bi taybetî di zivistanê de, dema ku celb û kolan xirabtir dibin, tevgera trafîkê asteng dikin û bandorê li xizmetiyan dikin.