Şandeyek ji Rêveberiya Xweser li Kantona Cezîrê êvara duh de serdana komîteyên parastinê yên li komînên Girgê Legê û gundên wê kir, û rola wan di parastina taxan û piştgiriya ewlehî û aramiyê de pesin kir.Şand ji hevserokê Encûmena Cîbcîkar, Birêz Hesen Şaro, hevserokê Desteya Hundirîn, Birêz Şêrwan Mihemed û hevserokê Desteya Enerjiyê, Birêz Ekrem Silêman her wiha hevserokên meclisa gikê legê Nisrîn Dahir û Atif Sebrî pêk dihat. Wan li şîrovekirina karê komîteyan û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin guhdarî kir. Û girîngiya hevrêziyê di navbera komîteyên parastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de tekez kirin.
Endamên komîteyê jî spasiya şandeyê ji bo serdanê kirin û piştrast kirin ku ew ê bi berpirsiyarî û dilxwazî erkên xwe bi cih bînin.