Desteya Jîngehê li Kantona Cezîrê, bi hevkariya rêveberiya çandiniyê û ofîsa tendrustiyê li şaredariya gel a Qamişlo û desteya tendrustiyê bi piştgiriya hêzên parastina jîngehê, kampaneya xwe ya ji bo qedexekirina bikaranîna ava karîzan ji bo avdana berheman, bi taybetî li deverên sînorî yên nêzîkî Tirkiyayê didomîne.Tevî hişyariyên dubarekirî ji cotkaran re li ser metirsiya bikaranîna ava karîzan ji bo avdana sebzeyan, hin cotkar ev biryar bi cih ne anîn. Ev yek bû sedem ku komîteya têkildar tedbîrên tund bigire, di nav de girtina pompan û hilweşandina erdên ku bi vî rengî hatine çandin.
Kampanya her wiha deverên bajarê Hesekê jî dihewîne, ku rayedarên peywendîdar dest bi bicîhanîna biryara ku berê bi rêya ragihandina herêmî hatibû ragihandin kirine.