Şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê, li Kantona Cezîrê di çarçoveya plana xwe ya ji bo baştirkirina rewşa rêyan û binesaziya bajêr, dest bi pêkanîna qonaxa duyemîn a projeya qîrkirina kolanan kiriye.Xebatên heyî, piştî temamkirina qonaxa yekem ku tê de rastkirina rêyan û rijandina heybera MCO, danîna qata duyemîn a qîrkirinê li ser hejmarek kolanên sereke û larê vedihewîne.
Şaredariyê tekez kir ku tîmên wê yên teknîkî rojane dixebitin, û bi pîvanên teknîkî pabendin da ku ev proje bi kalîteyek bilind ji gel re were bicîhanîn.
Şaredariyê her wiha bang li niştecihên bajêr kir ku hevkariyê bikin û rêyan di bin qîrê de bi kar neynin, da ku ewlehiya giştî misoger bikin û kar di çarçoveya bernameya diyarkirî de were temamkirin.