Di çarçoveya çavdêriya birêkûpêk a nanpêjxaneyan û baştirkirina kalîteya xizmetên ku ji gel re tê pêşkêşkirin, Encûmena Cîbcîkar li Kantona Cezîrê bi hevkariya desteya aborî û çandiniyê, gera vekolînê li ser hejmarek nanpêjxaneyên bajarê Hesekê li dar xist.
Armanca gerê şopandina pêşveçûna karê di nav nanpêjxaneyan de, misogerkirina hebûna heyberên bingehîn, piştrastkirina kalîteya nanê ku tê dayîn, destnîşankirina her astengiyek ku bandorê li hilberîna rojane dike û pabendbûna nanpêjxaneyan bi taybetmendiyên teknîkî û pîvana paqijiyê re nirxandin.