Beşa dabînkirin û parastina hilbirîneran a Şaredariya gel li Girgê Legê li Kantona Cezîrê, Ji bo piştrastkirina kalîteya nan û giraniya wê serdanek sibehî li ser nanpêjxaneyên gundên girêdayî bajêr kir.
Di encama gerê de du binpêkirin çêbûn, Ya yekem ji ber pabendnebûna nanpêjxaneyekê bi demjimêrên xebatê re, û ya duyem jî ji ber kalîteya nan a nebaş.
Berpirsê Komîteya Dabînkirinê piştrast kir ku ev kontrol berdewam in da ku gel nanê bi kalîte werbigirin, û ji gelan xwest ku heke gilî an çavdêriyên wan hebin, serdana Ofîsa Dabînkirinê bikin.