Di çarçoveya hewldanên xurtkirina binesaziyê û baştirkirina kalîteya xizmetiyê li şaredariyên Kantona Cezîrê, projeyek berfireh ji bo parastin û nûjenkirina makanîzmeyên xizmetiyê pêk hat. Ev proje ji hêla Encûmena Cîbcîkar û Yekîtiya şaredariyê Kantonê tên bicîhanîn.
Proje armanca dike ku karîgeriya karê şaredariyê zêde bike û hêzên wê yên teknîkî û rêveberî pêş bixe.
Dema pêkanîna projeyê: ji 21ê Hezîrana 2024an heta 16ê Mijdara 2025an.
Armancên herî girîng ên projeyê:
1_Çêkirin û nûjenkirina makanîzmeyên xizmetî, di nav de makanîzmeyên karîzan û tankên ava vexwarinê, ku li seranserî şaredariyên cûda yên Kantona Cezîrê hatine bicihkirin.
2_Pêşxistina jêhatiyên mirovan bi rêya Perwerdekirina karmendên teknîkî û rêveberî li Qamişlo û Hesekê, misogerkirina domdarî û kalîteya xizmetiyan.
3- Dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên kar, wek alav, don, bezdarîk, cilên pîşeyî, û sepanên ku dibin alîkar ku herikîna kar bi bandor were rêxistin kirin.
4- Bilindkirina karîgeriya karmendên teknîkî bi rêya pêkanîna 77 atolyeyên perwerdehiyê yên taybet, ku ji hêla pisporên teknîkî ve têne çavdêrîkirin. Van atolyeyan bi girîngî beşdarî baştirkirina asta lênêrînê di nav her du xan de bûn.
Encamên bi dest xistin:
Çêkirina151 makînîzmeyan ji şaredariyên cuda yên li seranserê kantonê, ji 115 makînîzmeyan ku di destpêkê de hatine armanckirin, ku ev yek ji sedî 25.16ê hejmara giştî ya makînîzmeyan li hemî şaredariyên li seranserê kantonê diyar dike.
Amûrên makînîzmeyê wiha hatin belavkirin:
- 25 kompaktorên bermahiyan
- 23 kamyonên barkêş
- 35 terektorên çandiniyê
- 8 Bobekat
- 31 embarên avê
- 7 embarên karîzan
- 6 Tirêks
- 9 baker
- 3 firçe
- 1 greyder
- 1 keya xizmetê
- 2 barkêş.
Proje armanca dike ku karîgeriya karê şaredariyê zêde bike û hêzên wê yên teknîkî û rêveberî pêş bixe.