Di çarçoveya hewildanên rêxistina bazarganiya sotemeniyê û sînordarkirina binpêkirinan, û li ser bingeha giştîkirina hejmar (15) ku ji hêla serokatiya hevbeş a Encûmena Cîbcîkar a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve hatiyê lidarxistin, Encûmena Cîbcîkar civîneke berfireh bi rayedarên peywendîdar bi beşdariya nûnerên rêveberiya giştî ya gumrikê, rêveberiya sotemeniyê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, rêveberiya sotemeniyê ya ya Cezîrê, desteya hundirîn, fermandariya hêzên ewlekariya hundirîn û wîzaret parastinê li dar xist. Da ku mekanîzmeyên pêkanîna biryara derbarê firoşgehên ne zagonî yên ku firotin û bazarganiya sotemeniyê ya ne zagonî mijûl dibin gûftûgo bikin.
Piştî rêze gûftûgoyan, civînê çend biryarên bi armanca kontrolkirina rewşê û rêkxistina bazara sotemeniyê derxistin, yên herî berbiçav ev in:
1_Dayîna heftiyekê ji xwediyên firoşgehên ne fermî ji bo sererastkirina rewşa xwe û rawestandina binpêkirinan, ev derfeta dawî ye.
- Avakirina komîteyek pispor ji bo şopandina rewşa firoşgehên nefermî û şopandina pabendbûna wan bi kirdariyan re.
- Avakirina komîteyekê ji bo şopandina xebitandina sotemeniyan ji bo misogerkirina belavkirina wekhev û pabendbûna bi rêziknameyên zagonî.
Ev gav wekî beşek ji hewldanên rêveberiya xweser tê ji bo xurtkirina rêkûpêkî û çavdêriyê di sektora sotemeniyê de û parastina mafên gelan ji mafxwariyê û zexelkirina bazarê.






