Di wêneyan de…
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê, ligel şandeyek ji Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kantona Cezîrê, ji bo nirxandina pêşketina ezmûnên sêyemîn ên bawernameyên dibistana amadehî ji bo xwendekarên serbixwe, gera meydanî pêk anîn.
Li gorî serjimariya Desteya Perwerdehiyê ya Kantona Cezîrê, hejmara giştî ji bo beşa wêjeyî gihîştiye 615 xwendekaran, di heman demê de hejmara giştî ji bo beşa zanistî gihîştiye 389 xwendekaran.
hejmar wiha hatine belavkirin:
Şaxa Wêjeyî, Beşa Kurdî: 288
Şaxa Zanistî, Beşa Kurdî: 203
Şaxa Zanistî, Beşa Erebî: 186
Şaxa Wêjeyî, Beşa Erebî: 327






