Komîteya Sîlo û Aş ya Encûmena Aborî û Çandinîyê ya Kantona Cezîrê ji roja 4ê vê mehê ve genim ji cotkaran werdigire.
Heta niha mîqdara genimê ku li Navenda Sîloyên Qamîşlo hatiye wergirtin gihîştiye 2,000 ton, di heman demê de pêvajoya wergirtinê li her 10 navendên kantonê, li bajar û bajarokên belavbûyî, berdewam dike.