Li gorî Komîteya Sîlos û Aş ya Encûmena Aborî û Çandiniyê ya Kantonê, 10 navendên wergirtina genim li bajar û bajarokên herêma Cezîrê hatine destnîşankirin. Ev navend li gorî pirbûna çandiniyê û belavkirina erdên ku genim lê tê çandin têne belavkirin.Komîtê piştrast kir ku navend rojane dixebitin û di bin çavdêriya teknîkî de ne da ku dadperwerî û hûrnerî di pêvajoya pîvandin û nirxandinê de misoger bikin.
Çalakiya wergirtina berhema genim li navendên ku ji aliyê Encûmena aborî û çandiniyê li Kantona Cezîrê ve hatine pejrandin berdewam e. Bi armanca dabînkirina bêkêmasî û kalîteya berhemê misoger bikin,di çarçoveya planên çandiniya demsala heyî.
Ji dema ku rayedarên peywendîdar vekirina berhevkirina genim di destpêka Hezêranê de ragihand navendên destnîşankirî pejrandinê ji aliyê cotkaran digre ji ber guherîna avhewayê.