Şaredariya Gel di bin raberiya Rêveberiya Xweser li bajarên curbicur ên Kantona Cizîrê xebatên xwe ji bo baştirkirina Jîngehê û pêşxistina jêrxanê û xizmetiyên bingehîn bi riya çend destpêşxêriyên xizmetiyê.
Li bajarê Tirbespiyê jî beşa Jîngehê piştî dîtina belavbûna kêzikên ziyandar û nîşanên nexweşiyê li ser hinek daran, dest bi rijandina dermanan li ser darên gulîstanan bi giştî kir.
Kampane bi armanca parastina qadên kesk û nehiştina zirarên zêdetir. Şaredariyê bang li şêniyan û bi taybet zarokan kir ku heta bandora derman nemîne, xwe nêzî darên ku hatine rijandin nebin.
Lê li bajarê Çil Axa tîmên beşa xizmetiyê bi paqijkirina kolana sereke ji serî heta dawî di nav de peya rê û xêzên navîn, û ji bilî avdana daran bi armanca bilindkirina paqijiya bajêr.
Lê li bajarê Girgê Legê Rêveberiya avê karê tora ava vexwarina bîra jimara 17 li kolana Ş. Dilo bi dawî kir, pombek avê ya bi hêza 40 hesp hate dayin û xetên elektrîkê hatin girêdan.Ev bîr ji bo gihandina ava vexwarinê ji kesên ku zehmetiyê dikşînin kete xizmetê her wiha li ser girêdan xeteke elektrîkê bi bîra 1 a xeta Ş. Kawa re dixebite.