Ofîsa çavdêriya Jîngehê li Kantona Cizîrê bi beşdarbûna serokatiya hevbeş a desteya jîngeh parêz li bakur serdaneke meydanî pêk anîn ku hejmara gelek herêma tê de bû bi taybet Carûdiyê û siwêdîk.
Ev ger beşeke ji karê bi rêk û pêk yê Desteya ne ji bo şopandina rewşa jîngehê li deverên xwezayî û geştyarî di nava kantonê de.
Di gera gundê Carûdiyê de ev cih hate naskirin û civîneke bi nûnerê gund re bi amadebûna hevserokê komînê hate lidarxistin û di civînê de pirsgirêkê herî girîng ên jîngehê û rewşa qada xwezayî ya gundê tenişta wê hate giftûgokirin.
Her wiha gavê ku gelê herêmê avêtine ji bo baştirkirina rewşa jîngehê û riyên piştgirîkirina van hewildanan bi mekanîzmayên cuda hatin lêkolînkirin.
Tevî kampaneyên hişyarî û paqijiyê yên ji hêla desteyê ve dem bi dem têne meşandin li Siwêdîkê tenê bûyerên qirêjî û binpêkirinên berdewam ên jîngehê hate belge kirin.
Di vê gerê de ji bo vê herêmê û herêmên din bernameyeke xebatê hate amadekirin ku dê di demên pêş de bê bicîanîn.