Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê, bi riya Desteya Tendrûstiyê, xebatên xwe yên pêşxistina sektora tendrûistiyê û derbaskirina kêşeyên zêde yên ku li ber herêmê ne, didomîne, ji ber ku rola wê ya sereke di pêşxistina aramiya civakê de.
Di vê çarçoveyê de Desteya Tendrûstiyê ya Kantona Cizîrê bi hemahengiya Ofîsa Karûbarên Rêxistinî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Tenduristiya Giştî û bi hevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li bajarê Hesekê kargeheke berfireh li dar xist. Di komxebatê de bi dehan bijîjk û hemû hevkarên herêmî û navneteweyî yên di sektora tendrûstiyê de dixebitin, rêxistinên sivîl û ajansên Neteweyên Yekbûyî jî di nav de amade bûn.
Di komxebatê de amadekariya bijîşk Zêna ew kordînatora sektora tendrûstiyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye nûnertiya rêxistina tendrûstiyê ya cîhanê dike û bijîşk Awjî Rêveberê Ofîsa(WHO)bin komela Tendrûstiya cîhanî li Qamişlo
Komxebatê bi armanca nirxandina rewşa niha ya tendrûstiyê li bakûrê rojhilatê Sûriyê û gotûbêjkirina riyên çareserkirina kêşeyên tendrûstiyê, di nav de binesaziya, çavkaniyên mirovî, û şiyanên lojîstîkî û bijîşkî, ji bo avakirina sîstemeke tendrûstiyê ya bi bandor ji bo bersivdana rojane û lezgîniyê.