û li ser wê:
Desteya Hundirîn ya Kantona Cezîrê , ragihand ku wê belavkirina pasaportên hazir yên xelkê Kantona Cezîrê ku daxwaznameyên xwe berî rûxandina rejîma berê pêşkêşî wan kiribûn û agehdariya wergirtina wan wergirtibûn bikin
Desteyê diyar kir ku belavkirina pasaportên amade dê roja yekşemê di dîroka2025/5/11 li navenda Desteya Hundirîn ya li Qamişlo be û bi hazirbûna xwediyê pasportê yan jî bi rêya xizmekî ku pileya yekem yê xwediyê pasaportê were radestkirin
Desteyê piştrast kir ku tu lêçûnên diravî tune ye di dema wergirtina Pasportan de, her kesê ku vê yekê derbas bike
rastî şopandineke zagonî dê were kirin
Desteyê careke din eşkere dike ku divê welatiyên ku ji bo wergirtina pasaportên xwe teblîxat wergirtine, li gorî navên di lîsteya me de werin
Not: Dema ku hûn werin pasaporta xwe bistînin, belgeya nasnameya xwe ya kesane an lênûsa malbatê bînin