#Desteya_Enerjiyê #Veguhestin_û_Belavkirina_Enerjiyê
Ji demjimêra serê sibê yên roja Înê ve, kargehên Dezgeha Veguhastin û Belavkirina Enerjiyê dest bi xebatên nûkirina bircên 230 KV yên ziyan dîtine li ser yekane xeta xwarinê ya Kantona Cizîrê, ku Bendava Tebqayê û bajarê Hesekê bi hev ve girê dide, ku di encama bahoza tozê ya roja pêncşema borî de li deverên berfireh ên Kantona Cezîrê ketibûn, ziyan dîtin.Kargehan qonaxên girîng ên nûjenkirina van hersê bircên xerabûyî bi dawî anîne û kargeh li cihê kar in heta nivîsandina vê nûçeyê, bi hêviya ku di zûtirîn dem de ev ziyana torê were çareserkirin