Rêveberiya Jîngehê li kantona Cizîrê bi nûneratiya Rêveberiya Jîngehê li Hesekê, bi boneya 22’ê Nîsanê Roja Cîhanî ya Erdê, kampanyayek hişyariya jîngehê di bin diruşmeya “Parastina herêmên xwezayî erka her kesî ye” da destpêkirin.
Kampanya ji bo hişyarkirina jîngehê di nav şêniyan de hate organîzekirin, nemaze bi hatina biharê û zêdebûna daxwaziya geşt û geran bo deverên xwezayî.
Kampanya ji bo hişyarkirina jîngehê di nav şêniyan de, nemaze bi hatina werza biharê û zêdebûna daxwaziya geşt û geran bo deverên xwezayî.
Kampanya armanc dike ku reftarên parastina jîngehê bi rê ve bibe ji şêniyan daxwaz dike ku xwe ji çopê li deverên pîknîkê û xirabkirina daran dûr bixin. Di heman demê de ew teşwîq dike ku hemî rezervên xwezayî ji zirarê were parastin, çi bi şewitandina agir, zerarkirina heywanan, an avêtina bermayiyan di çeman de.
Di roja yekem a kampanyayê de 200 belavokên hişyariyê li şêniyan hatin belavkirin, ku tê de şîret li ser çawaniya parastina jîngehê tê de hebûn. Tê payîn ku kampanya di rojên pêş de jî bidome, li qadên seyrangeh û derketina derve kampanyayên paqijiyê û çalakiyên hişyarkirina qadan pêk tên