Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bakurê rojhilatê Sûriyê û Yekîneyên Jin (YPJ) bi piştgirtiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) destpêkirina pêngaveke ewlekarî ji bo kontrolkirina kampa Holê û derdora wê ragihandin. Armanca vê kampanyayê şopandina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê, jinavbirina jîngeha xwînrij a ku piştgiriya wan dike, û paqijkirina niştecihan ji xirabî û terora wan e. YPJ’ê pabendbûna xwe ya bi zagon û peymanên mafên mirovan dubare kir.
Metirsiya ku her diçe zêde dibe ji aliyê kampa El-Holê ve ji aliyê raya giştî ya herêmî û navneteweyî ve baş tê zanîn. Ew bûye hêlînek ji bo şanên DAIŞê û malbatên girêdayî wê, ku jîngeheke guncaw ji rêxistina terorîst re peyda dike da ku endamên potansiyel tecnîd bike û propagendeya tund li şaneyên xwe bi giştî belav bike.
Metirsiya wê bi zêdebûna hejmara êrîşên terorîstî yên bi awayekî hovane ji aliyê şanên rêxistinê ve li dijî nişteciyên kampê, û herwiha hewlên revînê û planên êrîşa ji derve li ser kampê, ku ji aliyê hêzên me yên ewlekarî û leşkerî ve hatin têkbirin.
#Kampa #Holê
#Hêzên_Ewlekariya_Hundirîn
#Desteya_Hundirîn