Dewamkirina çalakiya Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinê di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Qamişlo di nava atmosfereke taybet de li Gulîstana Azadî berdewam kir.
Roja duyemîn bi axaftina nûnera Konferansa Star Îbtîsam Hisên dest pê kir û piştre hunermend Semya Mihemed beşa stranan pêşkêş kir. Paşê helbestvan Meryem Temr helbestek bi zimanê Erebî xwend û Koma Şehîd Îzda Îzdîxan dîlaneke folklorî ya Kurdî pêşkêş kir û pişt re beşa stranan ji aliyê koma Yasna ve hate pêşkêşkirin û rastî pêşwaziya amadebûyan hat.
Çalakiyên rojê bi nîşandana fîlma bi navê Xewa Mirnê bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku sibe roja sêyem û dawî ya festîvalê ye û demjimêr 5 êvarî li Gulîstana Azadî bê lidarxistin.