Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya pabendbûna xwe ya berdewam a ji bo xurtkirina sektora tenduristiyê û pêşxistina xizmetên wê, îro sibehê li gulîstana Azadî ya bajarê Qamişlo, atolyeya berfireh a bi navê “Analîzkirina sîstema tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” li dar xist.
Komxebat bi beşdariya şandeyek ji Rêveberiya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeyek ji Desteya Tenduristiyê ya Cizîrê, bi beşdariya berfireh ji zêdetirî 100 bijîjk û pisporên xwecihî û navneteweyî, wê du rojên li pey hev berdewam bike.
Armanca komxebatê ew e ku nexşeya daneyan a berfireh ku hemû herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, di nav de Kantona Cizîrê vedihewîne, binirxîne, ji bo nirxandina kalîteya xizmetên tenduristiyê yên pêşkêşkirî û analîzkirina kêmasiyên di binesaziya tenduristiyê ya heyî de
Ev vekolîn gavek bingehîn e ji bo arastekirina piştgirî û çavkaniyên berdest ber bi deverên ku herî zêde pêwîstin, beşdarî baştirkirina kalîteya lênihêrîna tenduristî û bidestxistina dadmendiya di belavkirina karûbaran de dibe.
Ev komxebat piştgiriya rasterast û bibandor a Rêveberiya Xweser ji sektora tenduristiyê re nîşan dide, bi riya pejirandina siyasetên li ser bingeha plansaziya zanistî, beşdariya civakê û vebûna ji pisporiya navneteweyî re.
Tê payîn ku komxebat komek pêşniyar û plansaziyên pratîkî çêbike ku dê bibe bingehek ji bo baştirkirina performansa lênihêrîna tenduristî, çi di warê binesaziyê, karmendên bijîjkî, an mekanîzmayên radestkirina karûbarê de. Ev yek dê bibe alîkar ku li bakur û rojhilatê Sûriyê guhertineke bi kalîte di warê tenduristiyê de pêk were