Di çarçoveya xebatên domdar de ji bo zêdekirina piştgiriya akademîk û peydakirina derfetên baş ji xwendekaran re, zanîngehên Rojava amadebûna xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekarên herêmên xwe, yên ku niha li zanîngehên din ên Sûriyeyê dixwînin, radigihînin. Ev însiyatîf pabendbûna me ya ji bo peydakirina jîngeheke akademîk a guncaw, dê rê bide van xwendekaran ku perwerdeya xwe û paşeroja xwe ya akademîk û pîşeyî bi dîtineke geş û asoyên berfirehtir bidomînin.
Em di wê baweriyê de ne ku perwerde kevirê bingehîn e ji bo avakirina civakeke bihêz, lewma peydakirina jîngehek perwerdeyê ku daxwazên xwendekaran pêk bîne, em weke erkê xwe dibînin û em amade ne ku hemî şiyan û çavkaniyên pêwîst pêşkêşî wan bikin da ku karibin bigihêjin armancên xwe yên akademîk û pîşeyî.
Ji bo xwendekarên hêja yên ku dixwazin xwe veguhezînin Zanîngeha Rojava, beşên Zanîngehê ev in:
– Fakulteya Zanistên Xwezayî: (Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya, Komînîkasyon, Mekatronîk, Kompîtur, Biyolojî, Biyokîmya)
– Fakulteya Bijîşkiyê
– Fakulteya Ziman û Wêjeyê: (Wêjeya Kurdî, Wêjeya Erebî, Werger, Hunerên Bedew)
– Fakulteya Perwerdeyê: (Mamostetiya Refê, Rêbaz û Teknîkên Perwerdeyê)
– Fakulteya Mafnasiyê
– Fakulteya Endazyariya Petrolê: (Petrol, Petrokîmya)
– Fakulteya Endazyariya Avahîsaziyê
– Fakulteya Endazyariya Çandiniyê
– Fakulteya Zanistên Civakî: (Sosyolojî, Jîneolojî, Felsefe, Dîrok, Erdnîgarî)
– Fakulteya Zanistên Olî
– Fakulteya Zanistên Siyasî
– Peymangeha Endazyariya Aavakirinê
– Peymangeha Bilind a Rêveberî û Darayî
– Peymangeha Bilind a Ragihandinê