Desteya Lawirvaniyê ya Komîteya Çandinî û Lawirvaniyê li Kantona Cizîrê, bi nûnertiya komîteyên xwe yên li bajarokan, bi gerên çavdêrî û venerînê li klinîk û embarên bijîşkî yên li Kantonê, di çarçoveya xebatên ji bo parastina sewalan li herêmê berdewam e.
Di vê çarçovê de serokê hevbeş a beşa sewlavaniyê di komîteya Çandiniyê de Mihemed Tahir Mehmûd got: “Em bi berdewamî serdana klinîk û embarên lawirvaniyê dikin pêşî piştrast dikin ku destûrnameyek ji bo klînk û depoyê heye, û dema bi dawîbûna destûrnameyê kontrol dikin, ji bilî hebûn kerta nasnameyê ji bo klînîk an depoya lawirvaniyê”.
Bi berdewamî “Materyalên ku dema wan derbas bûne yan jî kêm hatine tomarkirin têne kontrol kirin, hişyarî têne dayin û dermanên dema wan derbas bûyî yên ji bo dambijîşkiyê ne guncawin, têne desteserkirin û bi rengekî rast têne hilweşîn.
Hêjaye bi bîrxistinê ku beşa desteya lawirvaniyê rêjeya li ajeldarê xwe belav bike bi mîqdarên li jêr:
Ser serê çêlek 50 kîlo
Her serê bizinê 10 kîlo
50 kîlo ji serê gawirekî
Li gor serjimêriya sala 2021ê serê serê pez 10 kîlo ye.