Bi roja cîhanî ya jinan, deste û ofîsên Rêveberiya Xweser li Kontona Cizîrê çalakiyên cur bi cur kirin, di nav de civîn û axaftin hatin kirin,bal kişandin ser kêşeyên ku jin di dîrokê de rastî wan hatine û xwarina mafê wan di sîstema hevserokatiyê de, û destkeftiyên ku di çarçoveya Rêveberiya Xweser de bi dest xistine.
Her wiha di çalakiyan de bal hat kişandin ser berdewamiya têkoşîna jinan a li dijî rejîmên desthilatdar û zihniyeta mêr, berxwedana wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola pêşeng a di pêşengtiya civakê de bi hizra xwe ya azad hate nirxandin.
Di axaftina de bal hat kişandin ser girîngiya belgekirina dîroka jinan li herêmê, û bîranîna fedkariyên wan ên di şoreşê de, ku roleke sereke di dadweriya çeteyên DAIŞ’ê de lîstin,Ew beşdarî derxistina zagonên ku mafên wê diparêzin, ku rêwîtiya wê ya dirêj a di tekoşîna azadî û wekheviyê de nîşan dide.