تابع اليوم وفد الإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا المكونة من أعضاء من بلدية الشعب وجمعية جدائل الخضراء جولتها لبلدية بواتيه الفرنسية.
وعقد لقاء بين وفد الإدارة الذاتية وإدارة بلدية مدينة بواتيه وبرلمانية من المجلس العام الفرنسي وتحدث الطرفان عن ثورة روج آفا والتهديدات التركيا على شعوب شمال شرق سوريا وأهمية فرض حظر جوي للتصدي للهجمات التركية ومن جهتها أبدت الجهة الفرنسية عن دعمها واستعدادهم لدعم مشروع الإدارة الذاتية من عدة نواحي.
واستكمل وفد الإدارة الذاتية باللقاء مع المجلس البلدي المنتخب وناقش الطرفان أعمال البلديات وتطرقوا إيضا إلى الواقع السياسي وثورة في روج آفا.
Şaredariya gel a bajarê Poiters û parlementereke fransî diyar kir ku ew ê destekê bidin projeya Rêveberiya Xweser
Îro şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gera xwe ji şaredariya Poiters a Fransayê re dewam kir. Şande ji endamên şaredariyên gel û Komeleya Keziyên Kesk pêk tê.
Hevdîtin di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û rêveberiya şaredariya bajarê Poiters her wiha parlementerek ji Meclisa Giştî ya Fransayê de pêk hat. Di hevdîtinê de her du aliyan behsa Şoreşa Rojava û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girîngiya ferzkirina qedexeya asîmanî ji bo li hember êrişên dewleta Tirk were sekinandin, hate kirin. Di hevdîtinê de aliyê fransî eşkere kir ku ew amade ye ji hemû aliyan ve destek û piştgiriyê bide projeya Rêveberiya Xweser.
Şandeya Rêveberiya Xweser hevdîtina xwe bi meclisa bajar re a ku hatiye hilbijartin dewam kir û her du aliyan xebatên şaredariyan nîqaş kir her wiha behsa rewşa siyasî û şoreşa li Rojava kir.





