Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê, bi piştgiriya Rêveberiya Xweser, xebatên xwe yên ji bo sererastkirin û nûjenkirina tora elektrîkê li bajarê Zirganê didomîne.
Ev xebat piştî wê yekê tên ku binesaziya enerjiyê ya herêmê bi rêjeya %80 heta %100 zirar dîtibû. Niha tîmên teknîkî mijûlî guhertina xetên xerabûyî û sererastkirina transformatoran (mehwîlan) ne, da ku di demeke nêz de elektrîkê bidin taxên niştecîbûnê.
Ev proje beşek ji plana giştî ya Rêveberiya Xweser e ji bo başkirina xizmetguzariyên bingehîn û xurtkirina binesaziyê li seranserî kantonê.




