الى شعبنا الوطني والراي العام
دولة الاحتلال التركي الفاشية عدوة الشعوب المنطقة ترى في إنهائنا وجودها من اجل امحاء الكرد وقضيتهم تتخد كل الطرق و الأساليب القذره وبدون اي اخلاق بدون توقف تستهدف مناطقنا بشكل همجي ضد جميع القيم الانسانية و القانونية وتفرض على شعبنا الحرب وضد هذه الهجمات لا نرى سوى صمت جميع القوى الدولية بالعكس يدعمون الاحتلال التركي بصمتهم الان الدولة الفاشية التركية و بعيدا و خارج كل الاتفاقيات تقوم بهجمات احتلالية و إبادة بحق شعبنا في شهبا و حلب الهدف من هذه الهجمة ليست فقط شهباء و حلب بل تريد احتلال كل الأراضي السورية وبالأخص احتلال شمال و شرق سورية حيث جمعت كل انواع المرتزقة المتوحشين والراديكاليين كل القتلة و المأجورين والغزاة عبيد الدولة التركية اعداء الطبيعة اعداء المرأة والمجتمع مصاصي الدماء و منتهكي جميع القيم اين ما حلو حل الخراب عملهم النهب و السرقة هم و الدولة التركية أعداء الانسانية وضد هذه الهجمات شعبنا يبدي مقاومة تاريخيّة وقوات الحماية المشروعة بإرادة قوية وصلبة تحارب وتدافع عن شعبنا ضد هذه الهجمات البربرية وقواتنا العسكرية وشعبنا و بروح حرب الشعب الثورية يدافعون عن انفسهم و يقاومون و نحن سنحمي وطننا و ارضنا و مجتمعنا لن نتخلى عن حريتنا ولا نتخلى عن ادارتنا الذاتية
نحن كفنانين و مثقفين واعضاء الثقافة والفن و الادب نقف ضد هذه الهجمات حتى الرمق الاخير سنقاوم ضد قوة الاحتلال سنكون قدوة حرب الشعب الثوريه مثلما قاومنا باقلامنا و فننا اليوم سنضع كل إمكانياتنا للمقاومة سنناضل سنحمي الارض و الوطن ثقافتنا و لغتنا تجعلنا نضع هذه المسوولية على عاتقنا نبارك لمقاتلينا على جبهاتهم ونقف معهم بقلوبنا و ارواحنا ونبارك لمقاومة اهلنا في حلب و الشهباء و سنفعل ما يقع على عاتقنا تجاههم وجاهزون دائما ونناشد اهلنا و شعبنا و بدون اي تردد ان ينضموا للمقاومة التاريخية والدفاع عن الوطن رغم جميع المخاطر لبناء وطن حر ليتقبله العالم اجمع ونستفاد من الظروف الراهنة لنحقق حريتنا ونجعل العالم يعترف بادارتنا الذاتية
تمثل الأمة الديمقراطية الكرد عرب اشور سريان ارمن جركس وكل المكونات و سيدافعون عن هذه المنطقة و سنحقق النصر مرة أخرى ننادي كل شعوب العالم ان يقفو معنا وبالاخص ننادي كل الفنانين و مثقفي العالم ان لا يبقوا صامتين تجاه هذه التجاوزات
انتصار شعبنا انتصار للعالم والانسانية اجمع
وللحرية والديمقراطية هذه الثورة في شمال و شرق سورية تمثل القيم الانسانية والمجتمعية إيمانا بهذه الثورة و تبنينا لها والحفاظ عليها هو حفاظ على انفسنا و مجتمعنا
الاداره الذاتية أعلنت التعبئة العامة نحن بكل قوتنا ننضم لهذه التعبئه ونقول بآلاتنا الموسيقية و صوتنا و لوننا بقلمنا و فكّرنا بنضالنا و نشاطاتنا سنضعها جميعا في خدمة المقاومة اليوم يوم الغيرة و الكرامة يوم المقاومة و النضال يوم التمسك بالكرامة
يوم الدفاع عن الشعب
يوم الدفاع عن الوطن و الارض
Ji Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Giştî Re,
Dewleta tirk a dagirker û faşîst dijminê gelê Kurd e. hebûna xwe di tunebûna gelê Kurd de dibîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd bi encam bike her rê û rêbazê qirêj û bê exlaq pêk tîne. Bê navber êrîşên dij mirovî û derveyî huquqa şer li ser gelê me ferz dike. Li hember van êrîşan hemû hêzên cîhanî bê deng dimînin û heta destek didin dewleta Faşîst a Tirk.
Neha jî dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya heman polîtîkayan de êrîşeke dagirkerî û qirkirinê li Şehba û Halebê destpêkiriye. Armanca vê êrîşê ne tenê Şehba û Haleb e. di xwazê axa Surî tevahî dagir bike. Bi taybet jî dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Surî armanc dike. Çeteyên ku li der û dora xwe kom kirine hemû hov û paşverû ne. Hemû qatîl û talankar in. Xulamê dewleta Tirk in. Dijminê xweza, jin û civakê ne. Tecawuzkar û xwinmij in. Dikevine Kîjan deverê xira dikin, xesp û talan dikin. Ew û dewleta Tirk dijminê mirovahiyê ne.
Li hember van êrîşan gelê me li berxwe dide. Hêzên me yên parastinê bi îradeyeke xurt şer dikin û gelê me li hember van êrîşan diparêzin. Hêzên me yên eskerî û gelê me bi hev re bi ruhê şerê gelê şoreşgerî li berxwe didin. Em welatê xwe, axa xwe, civaka xwe diparêzin. Em dev ji azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser bernadin.
Em weke hunermend, rewşenbîr û endamên Çand, huner û Wêje li hember van êrîş û dagirkeriyê heta dawiyê emê li ber xwe bidin. Emê pêşengtiya şerê gelê şoreşgerî bikin. Me çawa bi pênus û hunera xwe xizmet ji civaka xwe re kir, emê îro bi hemû hêz û rêbazê xwe berxwe bidin, têkoşîn bikin. Parastina ax, welat, çand û zimanê me vê berpirsiyariyê dide ser milê me.
Em şervanê xwe yên di çeperê şer de ne pîroz dikin, bi dil û can li gel wan in. em berxwedana gelê me yên Şehba û Halebê pîroz dikin û çi bikeve ser milê me em jê re amade ne. Bangî gelê xwe dikin ku bê teredut tevlî parastina welat bibin. Li gel xeteriyan ji bo em welatekî azad bi cihanê bidin qebulkirin jî derfet hene. Derfet hene ku azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser mayinde bikin.
Weke netewa demokratîk; Kurd, Ereb, Asur, Suryan, Ermen, Çerkes û hemû pêkhateyên li heremê bi hev re vê berxwedanê emê serkeftî bi encam bikin. Em careke din bangî hemû gelên cîhanê dikin ku mil bidin milê me. Bi taybet em bangî hemû hunermend û rewşenbîrên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Serkeftina gelê me serkeftina mirovahiya azad û demokrat e. ev şoreşa li Bakur- Rojhilatê Surî pêk hatiya nirxên civak û mirovahiyê temsîl dike. Li vê şoreşê xwedî derketin li xwe û civaka xwe, xwedî derketin e.
Rêveberiya xweser seferberî îlan kiriye. Em jî bi hemû hêza xwe tevlî vê seferberiyê dibin û dibêjin; Bi saza xwe, bi soza xwe, bi deng û rengê xwe, bi pênus û fikrê xwe, bi ked û çalakiya xwe tevlî berxwedana me bibe . Roj roja xîret û rumetê ye. Roj roja berxwedan û têkoşînê ye. Roj roja li keremata xwe xwedî derketinê ye. Roj roja parastina gel, welat û axa xwe ye.
_ Tevgera Mezopotamiya a Çand û hunera demokratîk
_ Tevgera Hilala Zerîn
_ Desteya Çandê
_ Komeleya Çanda Suryaniyan
_ Komîteya Çand û Hunerê ya Encumena Civakî ya Ermenî
_ Yekîtiya Rewşenbîran
_ Yekîtiya Hunermendan
_ Dîwana Wêjeyê






