بتصريح خاص لموقعنا، أكد السيد “خورشيد عبد المجيد اوسو ” الرئاسة المشتركة لمديرية مياه قامشلو، بأنه من ضمن المشاريع التي تم إعدادها خلال هذا العام، صيانة العديد من محطات المياه الموجودة في مدينة قامشلو ومنها محطة الهلالية التي تعد من إقدام المحطات وتتضمن صالتين القديمة والجديدة ولكل منهما خزان مياه يسع 3000 متر مكعب تضخان المياه لمدينة قامشلو. وأضاف خورشيد: “لهذا وضمن المشاريع الذي تم اقتراحها هو مشروع ربط الصالات وذلك لمنع انقطاع المياه في حال خروج إحدى صالات المياه عن الخدمة. وبناءً على ذلك ستتم صيانة الصالة الجديدة في الهلالية بسبب اهتراء وقدم خطوط السحب والدفع فيها وذلك بالتعاون مع الصليب الأحمر ومنظمة اليونيسف، حيث سيتم تغير كافة خطوط السحب والدفع في الصالة الجديدة وذلك بفترة زمنية تقارب ال 15 يوما. ” ونوه خورشيد في حديثه أن محطة الهلالية لن تخرج عن الخدمة، وأن صالة الجديدة ستتم صيانتها، حيث سيتم ضخ المياه خلال فترة الصيانة من الصالة القديمة بشكل متناوب بين المنطقة الغربية والشرقية للمدينة.” واختتم كلامه قائلا: “ندعو الأهالي لأخذ التدابير الخاصة بملء خزانات المياه الخاصة بهم خلال فترة الصيانة ونوه بأن دائرة المياه ستكون جاهزة لإمداد المياه للأحياء بالصهاريج في حال انقطاع المياه عنها.”
Gerîndeya Avê ya Qamişlo têkildarî sererastkirina stasyona Hilêliyê hişyarî da şêniyan
Hevserokê Gerîndeya Avê ya Qamişlo birêz Xorşîd Ebdulmecîd Oso ji me re diyar kir ku di nava projeyên îsal de ku dê werin amadekirin, sererastkirina stasyonên avê yên li bajarê Qamişlo ne ji wan jî stasyona Hilêliyê ye ku ew jî ji kevintirîn stasyonên li bajar e û du holan pêk tê her yek ji wan jî depoya wê heye ku têra zêdetirî 3000 m3 ji avê ku ji bajarê Qamişlo re tê berdan.
Xorşîd wiha domand: “Di nava projeyên ku hatine pêşniyarkirin projeya girêdana her du holan bi hevre. Ew jî ji bo ku heger yek ji her du holan ji warê xizmetê derkeve av qut nebe. Ji ber vê yekê jî hola nû ji ber kevinbûna wê û kevinbûna toreyên kişandina avê dê bi hevkariya Xaça Sor û rêxistina UNICEF re dê were serastkirin. Di nava wê de dê hemû toreyên kişandina avê di hola nû de dê werin guhertin. Ev yek di nava 15 rojan de dê bidawî bibe.”
Xorşîd destnîşan kir ku stasyona Hilêliyê dê ji warê xizmetê dernekeve, hola nû dê were serastkirin, di dema serastkirinê de dê av ji hola kevin bi awayekî nobedarî ji herêma rojava û rojhilatî bajar re were dayîn.
Xorşîd bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li şêniyan dikin ku pêwîstiya xwe ji avê di depoyên malê de bigrin. Heger av qut bibe jî gerîndeya avê amade ye ku bi stêran avê ji taxan re bibe.”