الإدارة الذاتية بإقليم الجزيرة

بيان إلى الرأي العام

يصادف الثامن عشر من آذار الذكرى السنوية الخامسة لاحتلال عفرين من قبل الفاشية التركية والجماعات الإرهابية المتطرفة , بعد هجومها الغاشم على إقليم عفرين الآمن والذي كان قد أصبح المكان والمأوى الآمن لكل السوريين الذين نزحوا من مناطقهم والتي كانت تدار من قبل أهلها في ظل إدارتها الذاتية الديمقراطية .
واستمر الهجوم 58 يوما ً جابهتها مقاومة بطولية لم تشهد لها مثيلا ً حتى أن استخدمت الفاشية التركية كافة أنواع الأسلحة المحرمة دوليا ً وبتوافق روسي تركي و تخاذل من النظام السوري الذي لم يحرك ساكنا ً أمام احتلال لمناطق سوريا , كان الاحتلال لمدينة الزيتون سبباً في تهجير أهلها الأصليين مرافقة مع صمت دولي أمام المجازر التي ارتكبتها بحق شعب عفرين و طبيعتها .
خمس سنوات على الاحتلال وما زالت سياسات الإبادة مستمرة من قبل الاحتلال و الجماعات الإرهابية بحق من بقي في بيوتهم وسياسات التغيير الديمغرافي وبناء المستوطنات و النهب والقتل و الاعتقال و سرقة الآثار و قطع الأشجار في محاولة لتكريس الاحتلال و محو ملامح مدينة الزيتون التاريخية .
سياسات الاحتلال هذه والتي يتم شرعنتها من قبل المجموعات المرتزقة و الائتلاف والانتهاكات المستمرة والتي كشفت عن وجهها الحقيقي من خلال سياسات التتريك التي تمارسها ومع كوارث الزلزال الأخيرة التي تعرضت لها مناطق عفرين وخاصة ً جنديرس وارتكابهم جرائم ضد الانسانية بترك المدنيين الأصليين تحت الأنقاض في مواجهة الموت دون القيام بعمليات الانقاذ وعدم فتح المعابر أمام الإدارة الذاتية الديمقراطية لتقديم المساعدات والعون للمنكوبين ما كانت إلا استمرارية لجرائم الحرب التي تمارسها لإفراغ المنطقة من سكانها الأصليين واستغلالها لهذه الكارثة لاستكمال مشاريع الاستيطان بدعم قطري و أطراف أخرى , لتصبح هذه المناطق المحتلة مناطق تجمع لكافة الفصائل الإرهابية من داعش وجبهة النصرة وغيرهم وتحويلها إلى معسكرات لهم بعد هزيمتهم على يد قوات سوريا الديمقراطية والتحالف الدولي بهدف استمرارية مهامهم الموكلة إليهم من قبل أردوغان في ممارسة الإرهاب في المنطقة والعالم .
في الوقت الذي يواصل أبناء شعبنا في مخيمات النزوح في الشهباء مقاومتهم في وجه الاحتلال رغم الظروف الانسانية الصعبة التي يعيشونها في ظل الحصار الذي يفرضه النظام السوري عليهم والذي يزيد من حجم المعاناة التي يتعرضون لها نتيجة تهجيرهم عن ديارهم معاهدين بتصعيد النضال والمقاومة حتى تحرير عفرين وعودتهم الآمنة إلى ديارهم .
إننا في الإدارة الذاتية الديمقراطية لإقليم الجزيرة في هذه الذكرى الأليمة نستذكر شهداء مقاومة العصر في عفرين من وحدات حماية الشعب والمرأة الذين سطروا أروع ملاحم البطولة والفداء ونحيي مقاومة شعب عفرين في المخيمات و في مناطق النزوح ومقاومة شعوب شمال وشرق سوريا بكل مكوناته في تلاحمهم و مساندتهم لمقاومة العصر في ذكراها السنوية الخامسة .
وفي الوقت نفسه ندين و نستنكر الاحتلال التركي ومرتزقته في احتلال وسياسات الإبادة التي تمارسها كما ندين القوى والأطراف الدولية من خلال توافقاتها وصمتها أمام الاحتلال والانتهاكات المستمرة في المناطق السورية المحتلة .
ونناشد في الوقت نفسه المجتمع الدولي ودول التحالف لمحاربة داعش و كافة المنظمات الدولية والحقوقية بالقيام بواجباتهم ومسؤولياتهم أمام ما يرتكب من جرائم حرب ضد الانسانية من قبل الاحتلال التركي والجماعات الإرهابية في عفرين و كافة المناطق المحتلة و خاصة فيما تقوم به من عمليات إعادة تنظيم وتجميع لإرهابيي داعش و جبهة النصرة للقيام بعمليات إرهابية في مناطق شمال وشرق سوريا والعالم أجمع و نؤكد بأن بدايات أي حلول للأزمة السورية هي إنهاء الاحتلال التركي للمناطق السورية ووقف انتهاكاته و استهدافه لمناطقتنا في شمال و شرق سوريا , كما نناشد كافة القوى الوطنية السورية بضرورة العمل وفق المصلحة الوطنية بإنهاء الاحتلال التركي على الأراضي السورية حيث أن احتلال عفرين والمناطق المحتلة الأخرى كعزاز و جرابلس وسري كانيه وكري سبي هي اقتطاع أجزاء للجغرافية السورية وتمزيق لنسيج المجتمع السوري .
إضافة ً إلى سياسات التتريك وهذا بدوره تشكل عوامل عدم الاستقرار والأمان في عموم سوريا وتعميق لأزمتها وعلى النظام السوري الكف عن سياساتها التي تهيء لتكريس الاحتلال التركي عبر محاولات المصالحة والتوافق بينها وبين المحتل التركي بدعم ومبادرة روسية ومحاربة المشروع الديمقراطي ونطالب بإنهاء الحصار المفروض على شعبنا المهجر في مخيمات الشهباء وشيخ مقصود بحلب والالتفاف إلى مطالب و طموحات الشعب السوري في بناء سوريا ديمقراطية لا مركزية تصون لجميع السوريين الحقوق والواجبات والحياة الحرة الكريمة .
كما أننا نجدد العهد برفع وتيرة العمل والنضال حتى تحقيق النصر و تحرير كافة مناطقنا المحتلة وعودة ً آمنة لشعبنا إلى ديارهم .
عاشت مقاومة شعبنا
المجد والخلود لشهداء الحرية

الإدارة الذاتية الديمقراطية لإقليم الجزيرة.

Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk a herêma Cizîrê 5`emîn salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî
18`ê Adarê 5`emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst ve ye. Piştî êrişa li ser Efrîna ewle ku cihê ewle ji gelê Sûriyê re ku koçberî wê bibûn û ji ji aliyê şêniyên wê ve di bin sîwana Rêveberiya Demokratîk ve dihat birêvebirin.
Êrişa li ser Efrînê 58 rojan dewam kir. Li hember vê yekê jî berxwedaneke bêhempa hate kirin. Di êrişan de dewleta Tirk a faşîst hemû cûreyên çekên qedexekirî bikar anî û ev êriş bi erêkirina Rûsî – Tirkî û paşguhkirina rejîma Sûriyê ji vê yekê re hate kirin. Rejîma Sûriyê li hember dagirkirina herêmên Sûriyê tu helwest nîşan nedan. Dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re bû sedem ku şêniyên wê yên resen koçber bibin û li hember komkujiyên ku li dijî gelê Efrînê û xwezaya wê hate kirin, civaka navneteweyî bê deng ma.
5 sal li ser dagirkerinê re derbas bû û hê jî dewleta Tirk û komên wê yên çete siyasetên qirkirinê li dijî şêniyên ku di malên xwe de mane didome, guhertina demografî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê, talankirin, girtin, diziya şûnwaran, qutkirina daran, xurtkirina dagirkeriyê û îmhakirina nîşaneyên dîrokî yên bajarê zeytûnê.
Siyasetên dagirkeran ku ji aliyê komên çete û îtîlafê ve têne erêkirin û binpêkirin ku bi rêya siyasetên tirkkirinê ku têne kirin û bi felaketa erdhejê re ku li herêmên Efrînê bi taybet li Cendirisê her wiha sûcên li dijî mirovahiyê ku sivîl di bin bermahiyan de hatin hiştin û rasthatina bi mirinê re bêyî ku li wan bigerin, deriyan li hember Rêveberiya Xweseriya Demokratîk veke da ku alîkariyê bişîn, rûyê wan ê rast eşkere kir. Ev yek jî ji bo sûcên şer bidomîne û armanc ji vê yekê ku herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û felaketa erdhejê keysbaz kir da ku projeyên mêtîngeriyê bi destekdayîna qeterî û hin aliyên din, dewam bike. Bi vê yekê herêmên dagirkirî bûne herêmên kombûna komên çete ji DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra re û ew herêmên veguherîne baregehên leşkerî piştî ku ji aliyê QSD`ê û Hêzên Koalisyona Navneteweyî ve têk çûn.
Di heman demê de gelê me li Şehbayê di kampên koçberiyê de û tevî rewşên zehmet û di nava ambargoya ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve ku dixwaze zehmetiyên koçberan zêde bike li hember dagirkeriyê, berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Gelê ku ji warê xwe koçber bûne soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û vegera ewle li warê xwe dane.

Em di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê ji YPG, YPJ`ê ku efsaneyên lehengî û fedayî pêk anîn, bi bîr tînin. Em gelê Efrînê yên di kampan de û yên li herêmên koçberiyê her wiha berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê bi bîr tînin. Gelê me yê ku destek û piştgirî da Berxwedana Serdemê.
Di heman demê de em dagirkirin û siyasetên qirkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne kirin şermezar dikin. Em hêz û aliyên navneteweyî ku li hember dagirkirin û binpêkirinên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî têne kirin, şermezar dikin.
Em bang li civaka navneteweyî, Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û hemû rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ku erk û berpirsiyariya xwe li hember sûcên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê li herêmên Efrîn û hemû dagirkirî têne kirin, pêk bîne. Bi taybet xebatê jinûve vejandina DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra da ku sûcan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê pêk bîne. Em teqez dikin çareserkirina kirîza Sûriyê yê dawîkirina dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên Sûriyê re mina Ezaz, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî ve dest pê dike û ew jî qutkirina parçeyên erdnîgariya Sûriyê û parçekirina hevgirtina civaka sûrî ye.
Ji bilî siyasetên tirkkirinê ku ev jî yek ji sedemên bêranî û bêewlehî li tevahî Sûriyê ye û kirîza wê kûrtir dike. Divê rejîma Sûriyê dev ji siyasetên xurtkirina dagirkirina Tirkiyê berde û ew jî bi rêya hewldanên lihevanîn û erêkirina di navbera wê û dewleta Tirk de û bi destekdayîn û piştevaniya rûsî ye, dev ji êrişa li dijî projeya demokratîk berde. Em bang dikin ku ambargoya li ser gelê me yê koçber li kampên Şehba û Şêxmeqsûd a Helebê bidawî bibe û li derdora xwestekên gelê Sûriyê di avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî ku parastina maf, erk û jiyana azad ji tevahî gelên Sûriyê re, kom bibe.
Em soza bilindkirina têkoşîn û xebatê heta serkeftin, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û vegera ewle ya şêniyan, nû dikin.
Bijî berxwedana gelê me
Şehîd namirin